Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serhilda: Hêzên Hikûmeta Sudana Başûr Agirbestê Binpê Dikin


Berdevkekî serhildayan li Sudana Başûr dibêje, hêzên hikûmetê êrîşî cihên wan dikin, di hewildaneke eşkere de jibo astengkirina gotûbêjên aştîyê.

Efser Ruai Koang roja Yekşemê got ku hêzên hikûmetê agirbestekê binpê dikin ku hefteya bûrî hatibû îmzekirin.

Berdevkê artêşa Sudana Başûr, kolonel Philip Aguer got ku hayê wî ji pevçûnên nû tune ye.

Koang ji ajansa Associated Press ya nûçeyan re got ku komandarên serhildayan radigihînin ku hêzên hikûmetê û mîlîşyayên bi ser wan ve roja Şemîyê êrîşî bajarokê Leer û gundên derdora wê li wîlayeta Yekîtî kirin. Di encama êrîşê de jimareke nenas ji xelkê hatin kuştin. Wî herwiha got, hêzên hikûmetê êrîşî deverên serhildayan li wîlayeta Nîla Bilind kirin.

Ne pêkane bû ku îdîayên Koang werin piştrastkirin. Ew ji paytexta Kenya, Nairobi daxivî.
Hêjayî gotinê ye ku Leer bajarokek e ku rêxistina Bijîşkên Bê Sînor roja Înîyê ligel 240 nexweş û karker revîyan.
XS
SM
MD
LG