Lînkên eksesibilîtî

Erebistana Saudî Qanûneke Dijî Terorê Erê Dike, Çalakvan Rexnê Lê Dikin


Qiralê Erebistana Saudîyê qanûneke dijî terorê erê kiriye ku çalakvan dibêjin rexnegirtina li hikûmet û civakê dike tawanbarî.

Qanûn dibêje, çi karê ku rexnê li dewlet an civakê digire, wekî banga guhertina rejîmê li Erebistana Saudî, dê wekî karekî terorê were darizandin. Ew dibêje, çi hemwelatîyên Saudî an ne Saudî li hundir û derveyî qiralgehê dê li jêr qanûna nû bi tawana alîkarîya karên wisa.werin darizandina

Herwiha polîs dikarin bigirin ser malên xelkê bêy ku destûreke pêşwext wergirin. Çalakvanek dibêje ku ev qanûn bixwe qanûnên nuha li Erebistana Saudîyê tên bikaranîn, birêxistin dike. Çalakvanî ji tirsa hikûmetê navê xwe eşkere nekir.

Qanûna ku ji 41 xalan pêk tê, îro Yekşemê karîger bû. Ew bi temamî di rojnameya fermî ya hikûmetê de roja Înîyê hatibû weşandin.
XS
SM
MD
LG