Lînkên eksesibilîtî

Li Stenbolê Ragihandina Kantonan Hate Pîroz Kirin


Ragihandina Rêvebirîyên Kantonên Cizîr, Kobanê û Efrînê yên Kurdistana Sûrîyê li Stenbolê bi şahîyekê hatin pîroz kirin.

Şahîyên pîroz kirin û silavkirina rêvebirîyan roja Şemîyê li Stenbolê hatin destpê kirin.
Hevserokê BDP’ê yê Stenbolê Emrûllah Bîngul, ji Dengê Amerîka re li ser mebesta sazkirina vê ahengê peyivî.

Wî got, “ev ahenga pîrozbahîyê destpêk e, lê em ê ji niha şûnve di xebatên xwe yên hilbijartinan de bêhtir piştgirîyê bidin Kantonên Rojava û wan rêvebirîyan bi gelên din jî bidin nas kirin.”

Beşdarekî pîrozbahîyê Mehmet Edîp Taşar jî ji Dengê Amerîka re dîyar kir, “em bi ragihandina rêvebirîyan pir kêfxweş in. Jibo serkeftina wan jî divê hem madî hem jî manewî em piştgirîya wan bikin.”

Şahîya ku li Parka Hecî Ahmet ya navçeya Beyoglu ya Stenbolê pêk hat, bi govend û dîlanê berdewam kir.

XS
SM
MD
LG