Lînkên eksesibilîtî

Qayde Dibêje Çi Peywendî bi DÎÎŞ re Nîne


Di belavokekê de ku roja Dûşembî li ser malperên el Qayde hat belav kirin hatiye nivêsîn ku Qayde peywendî nine bi komela Dewleta Îslamî li Îraqê û Şamê.

Li gor wê belavokê, komela (DÎÎŞ) demê hatî damezrandin rêveberiya Qayde agedar nekiri bu, û paşî fermanên wê bi cî nekirîne û şêwira xwe pênekiriye.

Di belavokê de hatiye, ku (DÎÎŞ) tayekê el Qayde nine û çi peywendî bi wê rêkxistinê re nine, lewma Qayde berpirsyara kiryarên wê nine.

Hêjayê gotinê ye, ku meha borî Ayman al Zawahirî rêberê el Qayda di peyameke dengî de li ser internetê daxwaza ragirtina şerê navbera alîyên opozisyona Sûrî kirbû.
XS
SM
MD
LG