Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Freedom House: Tirkîye Çewisandineke Mezin li Dijî Medyayê Pêk Tîne


Rêxistina Mafê Mirovan Freedom House ku navenda wê li Washington e, li paytexta Tirkîye Enqerê bi navê ‘Krîza Demokrasîyê’ raporek pêşkeş kir.

Di rapora taybet ya li ser qeyrana demokrasîya Tirkîyê ku roja Duşemê hate ragihandin de, ji rêvebirîyên Amerîka û Yekîtiya Ewropa tê xwestin, bêtir bikevin nav hewildanan û zorê bidin Tirkîyê jibo maf û azadîyan bes sînor bike.

Serokê Freedom House David J. Kramer ku yek ji nivîskarê vê raporê ye dîyar dike, “Qeyrana demokrasîyê ya li Tirkîyê ne pirseke dahatuyê ye. Lê hikûmet çewisandineke mezin li dijî medyayê pêk tîne û niha jî vê mudaxeleya xwe li dijî sazîyên din firehtir dike.”

Di naveroka raporê de behsa rojnamevanên girtî jî tê kirin ku tê gotin, “Piraniya wan ji medya Kurd bi dehan rojnamevan li zîndanan girtî ne. Anku hikûmet salonên dadgehan jibo dana pey rojnamevanan bikar tîne.”

Di raporê tê destnîşan kirin, piştî rûdanên Gezî Park û operasyona gendelîyê li Tirkîyê li ser medya û derbirina azadîya ramanê gelek binpêkirin pêk hatine.

Bêtir agahî di vê raportê de.

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:10 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG