Lînkên eksesibilîtî

Êrîşên bi Firokan Heleb Hijand û Rusya Dibêje Danûstandin Destpê Dikin


Komelên bizavkar yên Sûrî dibêjin hikûmetê îro carek din bi firokan êrîş kire ser bajarê Helebê li bakur, piştî ku li êrîşên bi firokan li roja Dûşembî nêzîkî 30 kes hatîn kuştin.

Navenda Ragehandinê ya Helebê ya dijî hikûmetê dibêje ku avahiyek ku zarok têda bûn ji wan avahiyan bu ku bi bermîlên teqînok êrîş li ser hat kirin. Komelên opozisyonê dibêjin çend kes di wan êrîşan de hatin kuştin.

Hikûmeta Sûrî hêşta ew êrîş piştrast nekirye.

Ji aliyek din ve, karbidestên Rûsya got ew çaverê dikin ku hikûmeta Sûrîyê heftîya bêt digel opozisyonê dest bi danûstandinan bike, piştî gera yekê ya danûstandinan li Jinêvê bi pêşvçûnek kêm roja înê bi dawî hat.

Wezîrê Derve yê Rûsya Sergei Lavrov îro li Mosko digel Serokê Hevalbendîya Niştîmanî ya Sûrî Ahmad Jarba kom bu.

Lavrov got Rûsya dixwaza peywendîyên normal digel opozisyonê hebin, û got yê digel hemû alîyan kar dikin ku çareyek sîyasî bo kêşeya Sûrîyê bibînin.
XS
SM
MD
LG