Lînkên eksesibilîtî

Talibanên Afganistanê Haşa Dikin ku Digel Hikûmeta Afganî yê Danûstandinan Dikin


Talibanên Afganistanê gotinên wan raportan înkar dikin ku dibêjin ew yê digel hikûmeta Afganî danûstandinan dikin.

Rojnama New York Times radgehîne ku Serok Hamid Karzaî nepenî û bê hikûmeta Amerîkî yê danûstandina digel Taliban dike.

Di hevpeyvînekê de digel VOA News, peyvdarê Taliban Zabîullah Mujahid haşa kir ku digel hikûmetê kombûye û got ew îdia bê binaxe ye û hikûmeta Afganî çêkirî ye.

Peyvdarê Taliban got danûstandin digel hikûmeta Karzaî dê pûçkirina wextî be ji ber ku di vî demî de ku hêşta welat dibin dagîrkirina bîyanî de ye, hikûmetê ya bê desthilate.

Rojnama New York Times li ser zarê karbidestên ku navê wan nabêje, li meha yazde danûstandinan destpêkir û heta niha çi pêşveçûn nebûne.
XS
SM
MD
LG