Lînkên eksesibilîtî

Karbidestên Amerîkî Hişyarîya Êrîşan li Olempyadên Zivistanê Dikin


Karbidestên Ewlekarîya Niştimanîya Amerîka hişyarî dan hêlên asmanî yên diçin Rûsya ku hay ji dermanên paqijkirina diranan hebe, jiber dibe bi madeyên çêkrina bombeyan hatibin tije kirin.

Karbidestên ji ajansên nûçeyan yên Amerîkî re gotin ku vê gavê ti gefe tune ne. Wan ti agahî jî derbarê zanyarên ku bûn sedema vê hişyarîyê nedan.

Olempyadên Zivistanê roja Înîyê li bajarê Sochi yê Rûsya destpê dikin. Serokê Rûsya Vladimir Putin roja Çarşemê serdana gundê Olempyadan kir û got ku ewlekarîyê dimîne xemeke sereke.

Radîkalên Îslamî gefe xwarine ku lîstikên Olempyadan xirab bikin. Di dawîya sala bûrî de, rêxistineke cîhadî ji Dagistanê berpirsîya du êrîşên xwekuj li bajarê Volgograd yê Rûs xistibû stûyê xwe. Di encama wan teqînan de 34 kes hatibûn kuştin.
XS
SM
MD
LG