Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Turk û Kişanak Ebdullah Pêşwazî Kir


Asya Ebdulla, Ahmet Turk û Gultan Kişanak bi hev re ne
Asya Ebdulla, Ahmet Turk û Gultan Kişanak bi hev re ne
Hevseroka Partîya Yekitîya Demokratik (PYD) Asya Ebdulla piştî serdana xwe ya Enqerê, roja Çarşemê hat Dîyarbekirê. Asya Ebdulla û şanda digel serdana Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) kirin.

Hevserokê KCDê Ahmet Turk, di hevdîtinê de destnîşan kir ku heta 50 mîlyon Kurd negihîjin statûya xwe, aşitî û aramî li Rojhilata Navîn wê çênebe.

Hevseroka BDPê Gulten Kişanak jî destnîşan kir polîtîkaya Tirkîyê ya Surî têk çû. Wê got, eger Tirkîye bixwaze îtibara sîyaseta xwe nû bike, divê helwesta xwe ser Rojava bigûhere û bi wan re danûstandinên diplomatîk destpê bike.

Hevseroka PYDê Asya Ebdulla jî got, Konferansa Cenevê jî nîşan da ku çareserîya Sûrî bi mudaxaleyên dewletên derve çênabe. Wê da got, derket holê ku îrada gel li ser hemî îradeyan e.

Asya Ebdulla jibo Dengê Amerîka jî destnîşan kir sê sal in gelê Kurd çi bike jî hinek alî jê nerazî ne.

“Divê di nirxandinan de jî hinek wijdan hebe. Ew dibêjin Kurdîtî di kantonan de kêm e. Lê, ew îddîa şaş e jiber ku kanton, destketîyên netewa Kurdan mezin dike."

Hevseroka PYDê di axaftina xwe de Encumena Niştîmanî ya Kurd (ENKS) rexne kir û got “Berî ku çawa rejima Bas nêzîkî Kurdan dibû, niha jî ENKS heman zihnîyet dimeşine. Ji gavên ku Kurd davêjin ditirse."

Birêz Ebdulla destnîşan kir jiber ku sîyaseta hêzên navdeweletî jibo paşeroja Sûrî hîn jî ne zelal e, nabînin ku proja herî baş ya jibo Sûrî projeya Kurdan e li Rojava.

please wait

No media source currently available

0:00 0:07:24 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG