Lînkên eksesibilîtî

Sûrîyê li Danûstandinên Jinêvê Amede dibe


Sûrîyê piştrast kirye ku dê beşdarî gera diwê ya danûstandinên aştîyê li Jinêvê be ku heta niha ew danûstandin serkeftî nebûne ku şerê navxwe li wî welatî bi dawî bînin.

Cêgirê Wezîrê Derve Faysal Makdad roja înê got, Dîmeşq dê li danûstandinên ku biryare li 10 ê vê mehê Şibatê bên kirin beşdar be.

Li danûstandinên meha borî, hikûmet û opozisyona ku welatên Rojava piştevaniya wan dikin serketî nebûn ku çareyek hevpişk peyda bikin bo kêmkirina tundûtûjîyan û baştirkirina rêkên hinartina alîkariyên mirovanî.

Lê hêvî hebûn ku bilez alîkarî bigehne xelkê dorgitî li bajarê Homs ku dibin destê serhildayan de ye.

Roja Pêncşembî Neteweyên Yêkbûyê dilxweşiya xwe diyar kir li ser rêkeftina ku dê rêkê bide alîkarî bigehin nêzîkê 2,500 kesan li wî bajarî.

Peyvdarê Neteweyên Yêkbûyî gote Dengê Amerîka ku Civata Tenahiyê û hevalbendên wê yên mirovanî kel û pelên xwarnê, derman û kel û pelên din li nêzîkî wê deverê danayne da bi zûtrîn dem bên veguhastin.
XS
SM
MD
LG