Lînkên eksesibilîtî

Rêwingekî Firokeke Tirkî Dixwest Berê Firokê Bide Sochi


Rêwîyekî firoka ku da ji Ukrayna çite Tirkîyê, wiha dîyar e di bizava xwe de sernekeft ku li hêvîyê bû berê firokê bidete Sochi ya Rusya, ku li wêrê Lîstinên Zivistanê yên Olîmpîyatê dê bên kirin.

Firoka ku ji Kharkov li Ukraine birê ket û diçû Stenbolê, bi silametî li Firokexana Sabîha Gokcen ya Stenbolê nişîya.

Karbidestên Tirkîyê dibêjin ew rêwinrê firokê ku xelkê Ukrayna ye, îdia kir ku bombek di nav firokê de heye û xwest ku berê firokê bide Sochi.

Dezgehên ragihandinê yên Tirkîyê dibêjin ku ew zilam hatiye desteser kirin.
XS
SM
MD
LG