Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Amade ye Alîkarîyê Bigihîne Bajarê Humsê li Sûrîyê


sivîlên Sûrî ji bajarê Humsê derdikevin.
sivîlên Sûrî ji bajarê Humsê derdikevin.
Neteweyên Yekbûyî amade ye roja Şemîyê alîkarîyê bigihîne sivîlên Sûrî li deverên jêr destên opozisyonê li bajarê Humsê.

Karbidestên NY dibêjin, dê alîkarî ji xwarin û pêdivîyên saxlemî pêk bê, jibo bi hezaran kesên li devera ku jiber şer wêran bûye.

Ev alîkarî tên rojekê piştî jimareke sivîlên Sûrî, di nav de jin û zarok, ji Humsê hatibûn derxistin.

Berdevkekî NY roja Înîyê got ku prosesa derxistina wan kesan bi awayekî hêsan derbas bû, lê hinek teqeland di ber re dihate kirin.

Li bakurê Sûrîyê, bi taybet li bajarê Helebê, firokên şer yên hikûmeta Sûrî bermîlên teqînok avêtin ser hinek deverên jêr destên serhildayan. Di encamê de bi kêmanî 15 hatin kuştin.

Bombekirina Helebê beşek e ji kempeyneke hikûmeta Serok Beşar Esed ku tê de dixwaze kontrola xwe vegerîne ser bajêr, piştî ku ji nîvê sala 2012’ê ve hinek parçe jê ketine destên serhildayên opozisyonê.

Çalakvan dibêjin, bermîlên teqînok rê didin hêzên hikûmetê ku li Helebê pêşketinekê bidest bixin, lê di heman demê de ew jimarên mezin ji sivîlan jî bi xwe re kuştine.
XS
SM
MD
LG