Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevwelatîyekî Amerîkî li Koreya Bakur ji Nexweşxaneyê Hate Veguhestin bo Kampa Kar


Kenneth Bae.
Kenneth Bae.
Karbidestên Amerîkî dibêjin, hevwelatîyekî Amerîka ku li Koreya Bakur jibo 15 mehan hatiye girtin, hate vegerandin bo kampeke karkirinê.

Berdeveke Wezareta Derve ya Amerîka roja Înîyê got ku Kenneth Bae yê 45 salî li 20ê meha bûrî ji nexweşxaneyê hate veguhestin bo kampkeke karkirinê û "Washington bi rastî jibo saxlemîya wî xembar e".

Berdevka Wezareta Derve Jen Psaki got ku karbidestên balyozxaneya Swêdî roja Înîyê serdana Bae li kampê kiribûn.

Psaki bang li Pyongyang kir ku lêbûrîneke taybet bide Bae û demûdest wî li ser bingehên mirovahî azad bike.
XS
SM
MD
LG