Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran û 6 Zilhêz Danûstandinên Nû Dikin


Îranê dest bi danûstandinan sebaret bernameya xwe ya navokî digel Ajansa Atomîya Navneteweyî (IAEA) kirîye.

Ajansa Atomî ya N.Y. dixwaze Îran bersiva tevaya wan lêkolînên guman lis er bide sebaret çawanîya dirustkirina bombeya navokî, lê Îranê wê yekê mandel dike.

Danûstandinên îro Şemîyê li Tehran piştî cêbicêkirina biryara sistkirina toleyan li dij Îranê bû. Hember sistkirina toleyan, Îran qayîl bû hinek ji bernameya xwe ya navokî rawestîne.

IAEA dixwaze Îran rohn û zelal be sebaret bernameya xwe ya navokî û zanyarîyan li ser hewlên dirustkirina bombeya navokî berdest bike.
XS
SM
MD
LG