Lînkên eksesibilîtî

Dr. Mahmût Îlhan, Li Ser Nexweşîya Penceşêrê Dipeyive


Dr. Îlhan: Nexweşîya Penceşêrê Zêde Bibe Jî Mirin Kêm Dibin

Ajansa Nexweşiya Penceşêrê ya Rêxistina Saxlemiya Cîhanî, li roja Kanserê ya Cîhanî anku 4’ê meha 2’yan raporek ragihand.

Di rapora navborî de, hate destnîşan kirin ku ev nexweşî li seranser dinyayê her diçe berbelav dibe û rêjeya wê jî zêde dibe.

Pizîşkê Kurd li Stenbolê Dr. Mahmut Îlhan ku di 23 salên xwe yên pîşeyî de 13 sal in nexweşên penceşerê tedawî dike, ji Dengê Amerîka re pêzanînên li ser vê nexweşîyê û peydabûna wê li nav Kurdan parve kirin.

Dr. Îlhan dibêje, berevajî zêdebûna statîstîkên kanserê derfetên teşhîskirina bi wext jî pir zêde bûne ku ev jî hejmara mirinên ji penceşêrê kêm dikin.

Onkolog Îlhan dide zanîn, li bajarên Kurd yên Tirkîyê jiber nebûna navenda tomarkirina statîstîkan rêjeya vê nexweşîyê jî baş nayê zanîn.

Dr. Îlhan bibîr dixe, “li bajarên Kurdan yên Tirkîyê derfetên nexweşan jibo tedawîyê kêm in. Yek ji pirsa herî mezin jî pizîşk bi Kurdî bi nexweşên xwe re napeyivin ku ev jî dibe sedema hevdu fahm nekirin û pê bawer nekirina nexweşan ji doktoran.”

XS
SM
MD
LG