Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Misirê Pevçûn di Navbera Xwenîşander û Polîsan de Derketin


Grupeke mîlîtan ya ku nû hatiye damezrandin berpirsîya teqîneke li dijî xaleke kontrolê ya polîsê Misirê li Qahîreya paytext xiste stûyê xwe. Di encama wê êrîşê de şeş kes birîndar bûn.

Di daxuyanîyekê de, ku roja Înîyê li ser malpereke cîhadî belav bû, rêxistina Îslamî ya Ajnad Misr, anku leşkerên Misirê ragihand ku wê ew êrîşa li hember polîsan ve pêk anîye.

Rêxistina Îslamî ya çekdar herwiha soz da ku opersyonên xwe berdewam bike, û bang polîsan kir ku ji hikûmetê cuda bibin û daxwaza lêborînê bikin.

Her li roja Înîyê, piştgirên Partîya Îxwan el Muslimîn daketin kolan da ku hikûmeta ku artêşa Misirî piştgirîya wê dike, protesto bikin. Xwenîşanderan daxwaz kirin ku Serokê Îslamî yê derkirî Mihemed Mursî careke din were ser desthilatê, piştî ku bi derbeyeke lekşkerî ji deshilatê hatibû avêtin.

Di heman xwenîşandanê de pevçûn di navbera xwenîşander û polîsan de derketin. Di encamê de sê kes hatin kuştin û 10 kes birîndar bûn.
XS
SM
MD
LG