Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Heft Leşker li Afganistanê Hatin Kuştin


Karbidestên Afganî dibêjin, bombeyek li rex rê heft leşker li rojavaya welêt kuşt.

Berdevkê Wezareta Berevanîya Afganistanê, General Mihemed Zahir Azîmî got ku teqîna bihêz roja Yekşemê li otomobîla leşkeran li devera Dilaram ya Parêzgeha Fereh da.

Azîmî got ku ti leşkerên din bi awayekî metirsîdar birîndar nebûye, lê wî ti agahîyên zêdetir derbarê teqînê neda.

Ti kesî demûdest berpirsîya êrîşê nexistîye stûyê xwe.

Koma Talîbanê di mehên dawî de êrîşên xwe zêde kirine. Ew sûdê ji vekêşana hêzên biyan digirin. Hêzên biyan li havînê ewlekarîya welêt da destên hêzên Afganî.
XS
SM
MD
LG