Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Mîlîtanekî Filestînî Dike Armanc


Artêşa Îsraîlî dibêje, wê roja Yekşemê êrîşeke asmanî li mirovekî Filestînî li Kerta Xeze da, yê ku roket avêtibûn başûrê Îsraîlê.

Îsraîl dibêje ku Ebdulla Xertî bi grupa mîlîtan ya Komîteyên Berxwedana Gelêrî ve girêdayî ye, û ji bilî plankirinê, wî jimareke êrîş li ser Îsraîlî pêk anîbû.

Karbidestên nexweşxaneyê dibêjin, Xertî di rewşeke nebaş de ye.

Serokwezîrê Îsraîlî Benyamin Netanyahu di civîna kabîneya xwe de roja Yekşemê got ku çi kesê plan bike an jî êrîşî Îsraîlê bike, “dê berpirsîya encaman hilgire.”
Artêşa Îsraîlî dibêje, 33 roket îsal li ser Îsraîlê hatine avêtin.
XS
SM
MD
LG