Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jiber Rawestandina Testa Mûşekan, Tundrê li Parlamana Îranê Rexneyê Rûhanî Dikin


Parlemana Îranê.
Parlemana Îranê.
Ajansa nûçeyan ya dewletê li Îranê roja Yekşemê got ku qanûndanerên tundrê yên parlamana Îranî, Serok Hesen Rûhanî bi rawestandina testeke mûşekan tawanbar dikin.

Ajansa IRNA ragihand ku 24 endamên parlamanê di daxuyanîyekê de gotin ku Civata Bilind ya Ewlekarîya Niştimanî, bi serokatîya Serok Rûhanî, testeke salane rawestand û butceya wê erê nekir.

Di peyameke din de, qanûndaneran Wezîrê Derve Mihemed Cewad Zerîf bi wê yekê tawanbar kirin ku ew rê li ber pirsporên biyan digire ku alîkarîya Îranê bi teknolojîya mûşekan bikin. Ev nûçe jî li gorî ajansa Mehr ya nîv fermî hate ragihandin.

Karbidestên Rojava berê Îran bi bidestxistina teknolojîya mûşekî ji Koreya Bakur tawanbar kirine. Îran vê tawanbarîyê red dike.

Rêvebirîya Rûhanî bersiveke demûdest hember tawanbarîyên endamên parlamanê nedaye.

Tundrê li Îranê li dijî Rûhanî û Zerîf in jiber siyaseta wan ya danûstandinê ligel Rojava.
XS
SM
MD
LG