Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şerê Nû Hewildanên Mirovahî li Humsê Asteng Dike


Karmendên Heyva Sor ya Sûrî karê xwe li Humsê dikin.
Şerê nû bû sedema Neteweyên Yekbûyî karê xwe yê alîkarîya mirovahî li bajarê Humsê yê Sûrî rawestîne. Bi vî şerî, opozisyona û hikûmeta Sûrî agirbesteke mirovahî ya sê roj şikandin.

Lê belê, tê çaverêkirin ku karmendên alîkarîyê roja Yekşemê vegerin bajarê dorpêçkirî da ku karê xwe berdewam bikin. Berpirsê operasyonan li Rêxistina Heyva Sor ya Sûrî, Xalid Ereqsûsî, ji ajansa Associated Press re ragihand ku rêxistina wî de hewil bide bêtir sivîlan ji bajêr derxîne.

Heyva Sor dibêje ku ajovanekî kamyoneke wê jiber teqelêdana kesinî nenas roja Şemîyê birîndar bû.

Rêxstina alîkarîyê herwiha dibêje ku bombeyên hawin jî li nêzîk karwanê wan ketin.
Hikûmeta û opozisyona Sûrî hevdu bi şikandina agirbest tawanbar dikin. Agirbest hatibû danîn da ku rê bê dayîn alîkarî derbasî bajarê Humsê bibe û sivîlên li wir derkevin.

Kordînatora Alîkarîya Awarte ya NY Valarie Amos dibêje, ew jiber şikandina vê agirbestê gelekî xembar e. Wê got ku ev yek bibîrxistineke eşkere ye jibo metirsîya ku sivîl û karmendên alîkarîyê her roj rastî wê tên li Sûrîyê.
XS
SM
MD
LG