Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Stenbolê Protesto li Dijî Qanûna Nû ya Înternetê


Qanûna nû ya înternetê ku 5’ê meha 2’yan li parlamena Tirkîyê hate qebûlkirin li Stenbolê hate protesto kirin.

Çalakîyên protestokirina qanûna înternetê roja Şemîyê êvarê li Taksîmê rastî mûdaxaleya polîsan hatin.

Bizavkaran li hember astengkirina polîsan fîşekên hewayî avêtin ser polîsan ku li beramber vê rastî mûdaxaleyeke tund ya gaza îsotê û ava şid hatin.

Bizavkar bi hinceta ku qanûna nû ya înternetê sînoran datîne ber azadîya ragihandinê û rêya astengkirinan li ser nivîs, rûpel û malperên înternetê vedike, dixwazin qanûn paşve were kişandin.

Lê hikûmeta AKP’ê jî dide xuya kirin, sînorkirinên li ser înternetê jibo qencîya civakê ne û mebest jî parastina veşarîbûna jiyana taybet ya kesan e.

Li alîyê din ji xeynî opozîsyonê û dezgehên sivîl yên li Tirkîyê, Yekîtîya Ewropa û welatên rojava jî nerazîne ji vê qanûnê.

Ew jî Tirkîyê hişyar dikin ku bi sînorkirina înternetê re metirsiya binpêkirina azadîya ramanê zêdetir dibe.

please wait

No media source currently available

0:00 0:01:56 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG