Lînkên eksesibilîtî

Ciwanên Kurd û Tirk di Xebata “BAK / BİNÊRE” de Hatin Ba Hev


Dîmenek ji Diyarbekirê.
Pêşangeha projeya “Li Bajêr Binêre, ji bo ku Tu Di Bîr Bînî û Bibêjî ya "BAK/ BİNİHÊRE” li Diyarbekirê, li Galerîya Hunerê ya Amedê dest pê kir.

Xebatkara Anadolu Kultur û Navenda Çanda Diyarbekirê (DSM) Derya Bozarslan got sal û nîv berê bi armanca ku di navbera ciwanên Kurd û Tirk de derfeta xebatên jibo berhemên hunerî çêke, ev proje dest pê kir.

Bozarslan da zanîn di çarçova proje de 24 ciwanên Kurd û Tirk hatin ba hev û neh berhem derketin holê.

Cihangir Duyar (Çanakkale) û Ekim Rûşen Kapçak (Diyarbekir) bi hev re di projeya “Rêwîtiya Ber Bi Xewnekê Ve”de xebitîne.

Ev xebata ku ji wêneyan pêk tê, qal dike ku Ekim Rûşen Kapçak, di nameyan de li ser şopa bavê xwe yê ku di 1992’an de hatiye kuştin diçe bê ka bavê wî mirovek çawa bûye.

XS
SM
MD
LG