Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Parlemanê Îraqê Dibe Armanca Hêrîşekê


Serokê Parlemanê Îraqê dibe armanca hêrîşeka çekdarî û di teqîna de 21 milîtan li kempekê rahînanê tên kûştin

Di tundutûjîyên Îraqê de îro Dûşem û li bajarê Mosul bombeka serrêkê bi karwanê otombêlên Serokê Parlemanî Usame Nucîfî ve beqî. Di hêrîşê de çend ji endamên parastin û ewlehî ya wî birîndar bûne. Her li bajarê Mosul di 2 teqînan de 4 kes hatine kuştin.

Li bakura Bexdayê û di kempekê rahînana komeleka milîtanan de otombîleka bombkirî teqî û ji encaman 21 kes hatin kuştin. her ew serhatî bu egera girtina pitir ji 20 kesan.

Jibo zanyarîyên pitir li ser rûdanên bajarê Mosul ê guhdariya vê raporta peyamnêrê Dengê Amarîka Emîr Goran bike;
Raporta Emîr Goran
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:29 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG