Lînkên eksesibilîtî

Alîyên Sûrî Bihevra li Danûstandinên Aştîyê Kom Dibin


Li roja diwê ya gera nû ya danûstandinan, pêşvenêrê Netewyên Yekgirtî û Komkara Erebî Lexder Îbrahîmî îro digel nûnerên danûstandinan yên hikûmeta Sûrî û opozisyona dijî Serok Beşar Esed bihevra kom bu.

Rêzdar Îbrahîmî bizavê dike ku alîyên beşdar li ser bi dawî anîna şerê nêzîkî sê salan û pêkînana hikûmeta demê veguhastinê gotûbêjan bikin.

Li heman dem, karmendên alîkariya berdam yê bizavê dikin alîkariya bigehîne xelkê sivîl li bajarê Homsê.

Hikûmet û opozisyon rêkeftin ku heta roja Çarşembî şerî ragirin da rê bidin alîkarî bigehne bajarê Homsê, ku Neteweyên Yêkbûyî hêvîdare ku bikarin pitir alîkariya bigehîne wê deverê û ku pitir xelk derfet hebe ji wêrê derkevin. Pitir ji 800 kes ewey roja Pêncşembî ji wê deverê hatîne veguhastin.

Ewey şerî destpêkirî li sala 2011, pitir ju 130,000 kes hatine kuştin û neh milyon kes neçarbûne ku malên xwe bihêlin.
XS
SM
MD
LG