Lînkên eksesibilîtî

NY dibêje Pêşvçûnek Kêm li Danûstandinên Aştîyê yên Surîyê Dibe


Pêşvenêrê Netewyên Yekgirtî û Komkara Erebî Lexder Îbrahîmî dibêje danûstandinên navbera nûnerên hikûmet û opozisyona Sûrî gelek bizehmetin û pêşveçûnek kêm tê kirin.

Kombûna roja Sêşembî bo hindê bu ku alîyên beşdarî danûstandinan li ser bi dawî anîna şerê nêzîkî sê salan û pêkînana hikûmeta demê veguhastinê gotûbêjan bikin.

Di konfransek rojnamevanî de, Îbrahîmî got ya ji wan bê yê diken da pêşvçûn bên kirin û got hevkariya herdû alîyan û hevkariya alîyên derve pêdivî ye.

Îbrahîmî got, ew li hêvîyê ye roja Înê digel Cêgira Wezîrê Derve yê Amerîka Wendy Sherman û Cêgirê Wezîrê Derve yê Rusya Gennady Gatilov kom bibe.

Li heman dem, karbidestên ajansa penaberan ya Neteweyên Yêkbûyî dibêjin bi sedan zelam ku ji bajarê Homs hatibûn veguhastin, ji alîyê hêzên hikûmetê ve vekolîn digel wan hat kirin.

Piştî civînê Dexîlê Şemo hevpeyvînek digel endamekê Kurd di desteya rikaberîyê de kir, Îbrahîm Biro, sekretêrê Partîya Yekêtîya Kurd. Wî got, şandê rijêmê nebes ji gera yekê tundtire belku gefeyan li şandê rikaberîyê dike.

Jibo guhdarîkirina hevpeyvînê failê deng dagire;

XS
SM
MD
LG