Lînkên eksesibilîtî

Beyaz: Dixwazin Modela Sîyasî ya Ocalan Têk Bibin


Dîmenên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan yên sala 1999’an ku piştî desteserkirina wî li dema lêpirsînê hatine tomar kirin, ev demeke li medya Tirkîyê têne belav kirin.

Di wan vîdyoyên ku ji alîyê Televîzyona Ulusal Kanal ya bi ser Partîya Karkeran (IP) belav dike de, Serbazê Tirk Atîlla Hasan Ugur ku niha jiber Doza Ergenekonê li girtîgehê ye pirsan ji Ocalan dike.

Nivîskar û rojnamevanê Kurd li Stenbolê Şefîk Beyaz li ser nîqaş û nirxandinên li dor vê babetê ji Dengê Amerîka re dipeyîve.

Beyaz dibêje, yek ji armanca sereke ew e ku tê xwestin modela sîyasî ya Ocalan pêş xistiye were têk birin.

Nivîskar Beyaz bîbir dixe, piştî wan vîdyoyan ti bandorek zêde li bîragiştî ya Kurd çênebû, lê yên ku berê jî li dijî sîyaset û kesitîya Ocalan bûn, gotinên xwe dubare kirin.

Şefîk Beyaz balê dikişîne ser ku heta niha vîdyoyên lêpirsîna Ocalan di medya û sîyaseta Kurdî de ti dijberîyeke kûr çênekirine

XS
SM
MD
LG