Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Danûstandinên ser Sûrîyê li Cenev Didomin


Nûnerên hikûmeta Sûrî û yên opozîsyonê di roja duyê de li Cenev danûstandinên xwe yên ribirû didomînin, di vê demê de ku navbeynkar Lexder Brahîmî jî hazirî dike ku ligel organîzatiorên konferansê bicive.

NY îro Çarşemê got, civîneke plankirî ya navbera Brahîmî û Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsî Gennady Gatilov û Alîkara Wezîra Derve ya Amerîkî Wendy Sherman hate pêş xîstin. NY dîyar kir ku kombûn şûna roja Înî, wê sibe were kirin.

Serokê Amerîka Barack Obama jî di di civîna ragihandinê ya hevbeş de, ligel Serokê Fransî Francois Hollande ser Sûrîyê axifî.

Birêz Obama got, xencî Rûsya qayilbûneke mezin di nav Civata Ewlekarîyê heye ku pirtir karmendên hawarçûnê herin Sûrîyê.

Rûsya û Çîn çende pêşnîyarên berê di Civata Ewlekarîyê de veto kiribûn ku dixwest giwaçtin li ser hikûmeta Beşar Esed zêde bike.
XS
SM
MD
LG