Lînkên eksesibilîtî

Polîsên Brîtanî: Dibe ku Kesekî Brîtanî di Nav Êrîşa Helebê de Hebe


Dîmenek ji Helebê.
Televizyona BBC û dezgehên din yên ragihandina Brîtanî roja Pêncşemê gotin ku polîs hewil didin piştrat bikin ku Ebdul Wehîd Mecîd yê 41 salî, yê li bajarokê Crawley yê ser bi Londonê ve mezin bûye, ka wî xwe di êrîşekê de li ser zindanekê li bajarê Helebê yê Bakurê Sûrîyê teqandîye.

Di wê êrîşê de bi sedan girtî ji zindanê hefteya bûrî hatibûn azadkirin.

Malbata Mecîd dibêje ev tişt nerast e. Mamê wê Mihemed Cemîl got ku Ebdul Wehîd yê bavê sê zarokan, ne kesekî tundrê bû û jiber karekî mirovahî çûbû Sûrîyê.

Mihemed Cemîl yê 65 salî got ku birazîyê wî hefteya bûrî ji malbata xwe re ku ew ji cihî diçû cihekî û dibe ku peywendî di nav wan de qut bibe.

Serokê Rêxistina Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirovan, Ramî Ebdulrehman got ku wî nikarîbû kuştina Mecîd piştrast bike.

Di geşteke vê dawîyê de bo Brîtanya, Serokê Fransî Francois Hollande got ku navbera 600 bo 700 Brîtanîyên Misliman çûne Sûrîyê jibo şer.
XS
SM
MD
LG