Lînkên eksesibilîtî

Derbarê Sûrîyê, McCain Renxeyê li Obama Digire û Koçka Spî Bersivê Dide


Wêne ji arşîvê ye.
Koçka Spî bi xurtî berevanîya Serok Barack Obama kir, hember rexneyên senatorekî Komarî yê navdar, yê ku birêz Obama bi nepêkanîna sozên xwe jibo rawestandina hovatî û kuştinên li Sûrîyê, tawanbar kir.

Senator John McCain, rikaberê Komarî yê birêz Obama di hilbijartinên serokatîyê yên 2008'ê de, hergav wekî rexnegir jibo siyaseta derve ya birêz Obama, bi taybet ya derbarê Sûrîyê.

McCain roja Çarşemê li Civata Senatoyê rexneyên xwe li hember Serok Obama bilind kirin.

Berdevkê Koçka Spî Jay Carney ev bersiv da dema ku Dengê Amerîka derbarê rexneyên McCain jê pirsî, û eger birêz Obama hest dike wî berpirsîyên xwe yên moralî hember rawestandina hovatîyan pêk anîye.

Jay carney dibêje, "ez ne piştrast im McCain daxwaza çi dike, an jî ew daxwaza dagerkirineke Amerîkî bo Sûrîyê dike? Ez nizanim. Gelo ew operasyoneke bombekirinê dixwaze? Serok bi zelalî nêrînên xwe derbarê van pirsgirêkan anîne zimên. Û do jî xuya kir ku bijareya leşkerî hîn pêkane ye wekî prensîpeke giştî, lê bêguman helwesta wî ew e ku şêweyê kar me derbarê Sûrîyê kiriye şêweyekî rast e."

XS
SM
MD
LG