Lînkên eksesibilîtî

Berf li Amerîka Jîyana Sedhazaran Asê Kir


Jiber pêleka berfbarînê, zêdetir ji 300 hezar kes li deverên başurê rojhilata Amerîka bê elektrîk mane.

Hewanas dibêjin, pêleka nenormal ya sar û seqemê deverên bakur rojhilatata Amerîka girtîye.

Tê çaverê kirin 30 santîmetrên berfê li Washingtona paytaxt û deverên dewrûber bibare.

Her jiber vî seqayê nenormal, ofîsên hikûmeta federalî û ofîsên xwecihî û xwendingeh hatin girtin.

Jiber vê pêla sar û seqemê, bi hezaran geştên firokan hatin ragirtin û gelek xelk li firokxanê ase mane.
XS
SM
MD
LG