Lînkên eksesibilîtî

Erdhejeke Xurt li Giraveke Yûnanî Dixe


Wêne ji arşîvê ye.
Erdhejeke xurt bi hêza 4.6 li ser pîvana rexter li girava Kephalonia ya rojavaya Yûnanistanê da. Ti ziyan nehatiye ragihandin.

Erdhej Şemîyê demjimêr 9:31 yê sibehê li deryaya rojavaya giravê da, 25 kîlometran li jêr asta deryayî. Li gorî Enstituya Geodynamîkî ya Zanîngeha Atîna, erdhej dora 300 kîlometran dûrî paytaxta Yûnanistanê pêk hat.

Ji 26ê mehê meha bûrî de ev cara duwem e ku erdhej li girava Kephalonia dide. Li gorî desthilatdaran, dora 300 xanî ziyan jiber dîtine.

Hêjayî gotinê ye, di sala 1953ê de girav yekcar wêran bû piştî sê erdhejên li dû hev ku hêza wan 7.2 li ser rexter bûn.
XS
SM
MD
LG