Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Yekîtîya Niştimanî li Libnanê Hate Damezrandin


Nexşeya Libnanê.
Serokwezîrê Libnanê Temam Selam hikûmeteke yekîtîya niştimanî ava kir, piştî derbasbûna bêtirî 10 mehan di ser wergirtina posta xwe re.

Selam nikarîbû heta nuha kabîneyekê damezrîne jiber cudahîyên kûr di navbera komên siyasî yên Libnanî de, bi giştî derbarê şerê navxweyî li Sûrîyê.

Fermana hikûmetê roja Şemîyê li qesra serokatîya Libnanî hate ragihandin.

Gelek Misilmanên Şîa li Libnanê piştgirîya hikûmeta Serokê Sûrî Beşar Esed dikin, li dema ku Sunî piştgirîyê didin serhildayên ku hewil didin wî ji desthilatê bidin alî.

Di mehên dawî de pevçûnên navbera grûpên ligel û dijî hikûmeta Sûrî bûne sedema kuştina jimareke hevwelatîyên Libnanî. Herwiha pêleke bombeyên otomobîlan jimareke sivîl kuştine.

Tirsa hatina şerê navxweyî yê Sûrîyê bû welatê cîranê wê yê biçûk, fişareke mezin li ser alîyên siyasî yên Libnanî peyda kiriye ku bigihêjin rêkeftina avakirina hikûmetekê.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:02:45 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG