Lînkên eksesibilîtî

Lexder Brahîmî Lêborînê ji Gelê Sûrî Dixwaze


Lexder Brahîmî li dema gotûbêjên aştîyê li Jinêvê.
Navberkarê NY Lexder Brahîmî roja Şemîyê lêborîn ji gelê Sûrîyê xwest, piştî ku gera herî dawî ji gotûbêjên aştîyê yên Jinêvê navbera hikûmet û opozisyona Sûrî bê ti rêkeftin bi dawî bû.

Brahîmî got ku gelê Sûrî çaverê dikirin ku gotûbêj çareyekê jibo krîza wan encam bidin. Li şûna wê, wî got ku ev du gerên danûstandinan gelek tişt bidest nexistine. Hîn demûdest diyar nebûye dê kengî gera sêyem ya gotûbêjan pêk were.

Kombûna Brahîmî ya roja Şemîyê ligel herdu alîyên dijber hewildaneke dawî bû jibo rizgarkirina gotûbêjên aştîyê yên kêşebar.

Grûpa sereke ya opozisyonê roja Înîyê got ku gotûbêjên aştîyê ligel hikûmetê gihiştine dûmahîkeke bê encam piştî çend rojan jibo danûstandinên bê pêşketin.

Berdevkê opozisyonê Luay Safî guneha vê yekê xiste stûyê dijminatîya hikûmetê, wekî ku wî binav kir. Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûrîyê Feysel Miqdad got ku opozisyon “ajendeyeke ne realîst” heye.

Opozisyon dixwaze damezrandina hikûmeteke veguhêz giftûgo bike ku Serok Beşar Esed tê de cih negire. Hikûmet dibêje, divê bala gotûbêjan li ser şerê li dijî terorê bibe. Hikûmet vî navî jibo serhildayan bikar tîne.

Serokê Amerîkî Barack Obama derengî Înîyê got ku divê “çareserîyeke diplomatîk” jibo Sûrîyê were dîtin. Serokî got, li dema ew bawer nake çareserîyek di demeke nêzîk de pêk were, dê gav werin avêtin jibo “danîna bêtir fişaran li ser rejîma Esed.”
XS
SM
MD
LG