Lînkên eksesibilîtî

BDPê Bernivîsa "Qanûna Aştîya Civakî û Muzakereyan" Pêşkêşî Parlamana Tirkîyê Dike


Logoya BDP'ê
Partiya Aşitî û Demokrasîyê (BDP) piştî hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, bi armanca ku pêvajoya çareserîyê li ser bingeheke qanûnî were birêvebirin, bi navê “Qanûna jibo Aşitîya Civakî û Muzakereyan” teklîfa qanûnê ya ku ji 12 xalan pêk tê pêşkêşê parlemenê kir.

Parlamentera BDP’ê ya Îdirê Pervîn Buldan him di derbarê teklîfa qanûnê de him jî di heqê hevdîtina dawî ya bi Abdullah Ocalan re ji Dengê Amerîkayê axivî. Birêz Buldan got “Li gorî carê berê, vê carê me birêz Ocalan hinek bi hêrs dît û di derbarê rêveçûna pêvajoyê de ketîye nav fikaran. Jiber ku ew difikire pêvajo bi yek alî diçe, hikûmet tiştekî nake û jibo selametîya pêvajoyê divê projeya dewletê hebe.”

Sîyasetvana Kurd destîşan kir nameya Qendîlê gihîştîye Ocalan. Wê got ew di wê bawerîyê da ye ku hikûmet heta hilbijartinê gavên berbiçav yên qanûnî navêje ewê bersiva Ocalan ya nameya çîyê ne erênî be. Dibe ku birêz Ocalan bêje êdî tiştek ji destê wî nayê û dev ji rola xwe ya jibo pêvajoyê berde.

XS
SM
MD
LG