Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şaredarîya Stenbolê Panela Ehmedê Xanî Çêkir


Şaredarîya Mezin ya Stenbolê cara pêşî bernameyek jibo şaîr û fîlozofê Kurd Ehmedê Xanî saz kir.

Şaredarîya Mezin ya Stenbolê bi beşdarîya nivîskar û akademîsyenên Kurd cara pêşî panelek li ser jiyan, berhem û kesayeta şaîr û fîlozofê Kurd Ehmedê Xanî saz kir.

Panel roja Şemîyê bi revebirina nivîskarê lêkoler Mufîd Yuksel ligel beşdarîya Serokê Beşa Kurdolojî yê Zanîngeha Artuklu Prof. Dr. Kadrî Yildirim û Mamosteyê Beşa Kurdolojî yê Zanîngeha Mûşê Ayhan Tek bi rê ve çû.

Li panelê şaş nivîsandina navê Ehmedê Xanî û ji firokxaneya Stenbolê vegerandina Prof. Dr. Izedîn Mistefa Resûl bûn sedema nerazîbûnan.

Akademîsyenên ku gotar pêşkeş kirin, li ser girîngîya danasîna kesayeta Ehmedê Xanî û pirsgirêkên li bernameyê çêbûne ji Dengê Amerîka re peyivîn.

Prof. Dr. Kadrî Yildirim got, “bi rabûna astengîyên li pêşîya Kurdî re, êdî ew dikarin nêrînên kesayetên wiha girîng parve bikin ku bi vê kêfxweş dibin.”

Nivîskar Mufîd Yuksel dîyar kir, li Stenbolê birêveçûna paneleke wiha û eleqeya jê re hatiye nîşandan hêjayî şanazîyê ye, lê astengkirina birêz Izedîn Mistefa Resûl jî jibo îtibara Tirkîyê rûdaneke nebaş bû.

Ayhan Tek jî bi bîr xist, “berhema Ehmedê Xanî Mem û Zîn cara pêşî li Stenbolê çap bûye ku her çiqas li Kurdistanê belav bûbe jî Stenbol cihê bûyîna wê berhema mezin e.”

Wî, astengkirina mamoste Mistefa Resûl wekî skandalekê nirxand û li ser şaş nivîsandina navê Ehmedê Xanî got, kesên ew nivîs amade kirine Kurdî nizanin û ew jî piştre pê hesiyane.

Li dawîya panelê Serokê Daîreya Çand û Xebatên Civakî ya Şaredarîya Stenbolê Abdurrahman Şen panelîst bi plaket û kulîlkan xelat kirin.

Jibo guhdarîya raporê, Failê deng dagire;

Saredarîya Stenbolê Panela Ehmedê Xanî Çêkir.wav
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:57 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG