Lînkên eksesibilîtî

Leşkerê Azadê Sûrî Komandarê Xwe Guhert


Kerry: Stratîjîya Sûrîyê dîyare di bombaran kirina sivîlan de û Rûsîya çekan jêre berdest dike heta çareserîya leşkerî han bide.

Leşkerê Azadê Sûrîya Komandarekê nu destnîşankir şend mehan piştî şkestinan di şerên li dijî hêzên hikumetê û şervanên Îslamî.
Hêzên bi piştevanîya Rojava dibêjin, Komandarê berê Salîm Îdrîs ne serketî bû wan Abdul-Îlah al-Başîr li cihê wê dana ye.
Ofîsa serokatê Hevbendîya Niştimanîya Sûrî Ehmed Jerbe pesna pêngava Leşkerê Azad da û sozên rikaberîyê nu kirin ve jibo şerî li dij hêzên hikumetê û milîtanên ser bi al-Qaide.
Li heman dem, wezîrê derve yê Amerîka John Kerry got, hikumeta Sûrî hewla serketinên leşkerî dide û Rûsîya alîkarîya Esed di vê hewlê de dike.
Li Jakarta îro dûşem birêz Kerry got, stratîjîya Sûrîyê dîyare di bombaran kirina sivîlan de û Rûsîya çekan jêre berdest dike heta çareserîya leşkerî han bidet li şuna rêkên sîyasî.
XS
SM
MD
LG