Lînkên eksesibilîtî

Muqtada Sadr bi Tundî Êrîş Dike ser Hikûmeta Malîkî


Muqtada Sadr melayê Şîa yê Îraqê bi tundî êrîş kire ser hikûmeta Serokwezîr Nûrî el Malîkî û got komeleka gorgên tênê xwînê ku ji alîyê din yê tixûb hatine binavê Şîa û Şîatiyê hikûmî li Îraqê dikin.

Sadr ku berî çend rojan biryar da dest ji siyasetê berde, roja Sêşemî di gotarekê de li ser televizyonê got, Îraqa îro bûye cihek ku ne jiyan têda ye û ne sazkarî û ne xizmetgozarî û ne ewlekarî û ne aşitî heye.

Paşî nerastewxwe êrîş kire ser Serokwezîr Malîkî û got “dîktator û zordarek mezinê Îraqê ye ku dest danaye ser malimulkê welatî û talan dike û paşî serê xelkî jê dike û şerê bajaran dike û taife û tîreyên welat ji hev dike û xelkî dikirre û dilê xelk dişkîne. Herwiha got, her kesek li dijî wan rawste çi Şîa be yan Sunne yan Kurd, bi terorist û tîretîyê tawanbar dike. ”

Muqtada Sadr herwiha êrîş kire ser parlemanê Îraqê û got ku parleman bê desthilate û endamên wî tenê bi dîv berjewendîyên xwe keftine.

Paşî behsa giringîya pişkdariya Îraqîyan di helbijartên bên kir û ji wan xwest ku kesên dilsozên welat helbijêrin, û got ew piştîvaniyê li çi kes û alîyekî nake, lê dê pişkdarî helbijartinan bibe.
XS
SM
MD
LG