Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Danûstandin li ser Bernama Navokî ya Îranê Destpê kir


Şeş welatên hêzdar, Amerîka, Brîtanya, Çîn, Fransa, Rusya û Almanya roja Sêşemî dest bi gerreke nû ya danûstandinan digel Îranê kir, di bizavekê de bigehin rêkeftneke dirêj dem ku piştrast bin ku bernama navokî ya Îranê bo mebestên bi aşitî ye.

Demê destpêkirina danûstandinan li Vîyana, peyvdarê Wezîrê Rêbaza Derve yê Yekîtiya Ewropayê Michael Mann got peyamnêran her şeş welat yê bizavê dikin ku Îran wan piştrast bike ku hewl nade çekên navokî li paşerojê hebin.

Berî ku danûstandin destpê bikin, Rêberê Olî yê Îranê Ayatollah Alî Xameneyî got ew çaverê dike ku danûstandin çi encam nebin. Herwiha karbidestekê bilind yê Amerîka got danûstandin dê bizehmet û dirêj bin.
XS
SM
MD
LG