Lînkên eksesibilîtî

Mîlîtanên Sunnî Peqînên Lubanê Digirin Ser Xwe


Di du peqînên dijî Navenda Çanda Îranî de, herî kêm 8 kes li Beyrutê hatine kuştin.

Rojnameya Daily Start ji zarê karbidestên Lubnanî ragihand ku armanca êrîşên li taxa Bir Hasan navendên Îranî ne ku Balyozxaneya Îranê û navenda çend televîzyonan jî li wê derê cîh digirin.

Karbidest herwiha dîyar kir ku di bûyeran de 128 kes jî bi giranî birîndar bûn.

Hate ragihandin ku gruba Tabura Abdullah Azzam ya Sunnî ya ku peywendî bi El qayde heye berpirsîya peqînê bi ser xwe ve girt.
XS
SM
MD
LG