Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YE: Gera Were ya Danûstandinên Navokî li Adarê Bêne Kirin


Danûstandinên navokî yên navbera Îran û 6 hêzên cîhanê bi dawî hatin.

Hemî alîyên danûstandinan razîbûna xwe dîyar dikin ku danûstandin erênî derbaz bûne û nexşe hatiye danan ku demên were de pitir axaftin ser programa navokî ya Îranê bêne kirin.

Berpirsa Sîyaseta Derve ya Yekîtîya Ewropa Catherine Ashton dibêje, ew danûstandin destpekeke nû bû û gera were yên wan danûstandinan wê di 17ê Adarê de li Vîyena bêne kirin.

Ashton îro Pêncşemê got, ew plan dike ku di meha Adarê de serdana Îranê nike.
XS
SM
MD
LG