Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ofîsa Serokê Ukrayna Yanukovich Kete Destê Xwenîşndêran


Xwenîşandêrên Ukraynî ofîsa Serokê wî welatî Viktor Yanukovich ya li paytaxt Kîev îro Şemî xistin destê xwe.

Di heman demê de rêberên opozîsyona Ukrayna jî banga hilbijartinên nû li meha Gulanê dike.

Ew çend hefte ne xwenîşandêrên dijî Yanukovich ê alîgirî Rûsya berdewam in û bi dehan
kes di tundûtûjîyan de hatibûn kuştun.

Ajansa Reuters ragihand ku ofîsa Yanukovich niha ji alîyê xwenîşandêrên dijberî wî tê kontrol kirin.

Nûçegîhanê Reuters radigihîne, nobedar hewil nadin ku xwepêşandêran ji avahîyê derxînin, tevî ku ew li wê derê amade ne.

Xanîyê Yanukovich yê dervayê bajêr jî, hate ragihandin ku vala ye.
XS
SM
MD
LG