Lînkên eksesibilîtî

Parlemana Ukraynî Biryara Dûrxistina Serok Yanukovych Da


Parlemana Ukraynî îro Şemî bi dengdenekê biryar da ku Serok Viktor Yanukovych ji posta seroktîyê dûr xîne.

Lê, Yanukovych dibêje, ew li ser karê xwe ye û nîyeta wî tune ku dest ji seroktîyê berde û Ukrayna biterkîne.

Parlemana welêt herwiha biryar da ku hilbijartinên seroktîyê di 25ê Gulanê de bêne kirin.

Di rûniştina taybet ya parlemanê de herwiha biryara serbestkirina rêbera opozîsyonê ya zindankirî Yulia Tymoshenko jî hate dayîn.

Xanim Tymoshenko ku serokwezîra berê ya Ukrayna ye, piştî biryara parlemanê ji girtîgeh hate derxistin.
XS
SM
MD
LG