Lînkên eksesibilîtî

Parlemana Ukraynî Hêza Serok Dide Turchinov


Parlemana Ukraynî di rûniştineke taybet de, îro Yekşemê biryar da ku desthilata serokê welêt, bo demeke kin bide serokê parlemanê, Oleksandr Turchinov.

Turchinov hevalbendekî serokwezîra berê ya Yulia Tymoshenko ye ku di Şemî ji girtîgehê hatibû berdan.

Bi alîyekî din ve, rojekê piştî ku serokê gêrkirî Viktor Yanukovych ji paytaxt Kîev derket, hîn jî ne zelal e ku ew li ku ye.

Zerevanên tixub dibêjin, îzîn ji firokekê re nehate dayîn ku dixwest Yanukovych bibe şûneke nedîyar.
XS
SM
MD
LG