Lînkên eksesibilîtî

Amerîka Soza Alîkarî Dide Ukrayna


Wezîrê Budce ya Amerîkî Jack Lew
Wezîrê Budce ya Amerîkî Jack Lew dibêje, Washington amade ye ku bi Rûsya û welatên din bixebite ku demokrasî li Ukrayna careke din cîh bike.

Lew herwiha dibêje, ew hazir in hevkarî bikin ku ekonomîya Ukrayna ya xirabûyî jinûve ava bikin.

Lew îro Yekşemê, di civîna welatên G 20 de, li Australya bi hevtayê xwe yê Rûs Anton Siluanov kom bû ku rewşa Ukrayna gotûbêj bike.
XS
SM
MD
LG