Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukrayna Biryara Girtina Serok Yanukovych Ragihand


Ukrayna biryara girtina serokê ladayî Vîktor Yanukovych da û ew û karbidestên din bi kuştina giştî ya xwenîşanderan tawanbar kirin.

Wezîrê navxwe yê demi Arsen Avakhov îro li ser Facebook biryara girtina serokê Ukrayna belav kir. Wî got ku rêzdar Yanukovych cara dawî li devera Krîmya ya Ukrayna ya ser bi Rusya hatibû dîtin, lê hêşta bi dirustî cihê rêberê ladayî lê nedyar e.

Li heman dem, seroka rêbaza derve ya Yekîtîya Ewropî Catherine Ashton îro bi serdan çû Ukrayna ku biryare li wêrê digel rêberên nû kom bibe yên ku dixazin têkelîyên nêzîk digel YE hebin.

Ofîsa Ashton dibêje ku li seredana xwe bo Kyiv dê behsa hindê bikin ku YE çewa bikare alîkariya rewşa siyasî û aborî ya Ukrayna bike.
XS
SM
MD
LG