Lînkên eksesibilîtî

Rêberê Komelek Çekdar li Sûrîyê Mûlet daye DÎÎŞ


Rêberê komeleka bihêz ya ser bi al Qaîda li Sûrîyê pênc roj mûlet daye komeleka neyar ku jê cuda bibû da bi biryara rêbera razî bin ku dixwazin şerî bi dawî bînin yan jî dê ji wê deverê bên derxistin.

Ew mûlet di peyamek dengî ya tomarkirî de ji layê rêberê Beroka Nusra Abu Mohammed al Golanî hat dank ku têde hûşdarî dide Dewleta Îslamî ya Îraqê û Şamê ku ji Sûrîyê û heta ji Îraqê jî dê bên derxistin heke bi wê biryarê razî nebin.

Ew peyam li ser malpera Beroka Nusra hat belav kirin du rojan piştî kuştina Abu Xalid al Sûrî nûnerê rêberê al Qaîda Ayman al Zawahrî li Sûrîyê. Tê bawer kirin ku ew ji alîyê du xwekujên ser bi Dewleta Îslamî ya Îraqê û Şamê hatibû kuştin.
XS
SM
MD
LG