Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tomara Dengê Erdogan û Kurê Wî Li Rojevê Deng Veda


Belavbûna tomara dengê Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ku tê îdia kirin bi kurê xwe Bîlal Erdogan re dipeyive li rojeva Tirkîyê deng veda.

Li gor tomarên dengê ku roja Duşemê êvarê bi rêya înternetê hate belav kirin, Serokwezîr Erdogan li roja operasyona gendelîyê 17’ê Kanûna 2013’an ji kurê xwe Bîlal Erdogan daxwaz dike pereyên li ba xwe veşêre.

Piştî belavbûna tomarên deng Serokwezîrtiya Tirkîyê bi daxuyanîyekê ragihand ku ew deng montaj in û bi sextekarî hatine amade kirin.

Her du partîyên sereke yên opozîsyona Tirkîyê Partîya Gel ya Komarî (CHP) û Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP) piştî ku ev dengên tomarkirî belav bûn, bi awayê awarte civîn pêk anîn û xwestin hikûmeta AKP’ê karvekêşana xwe bike.

Li beramber daxuyanîyên opozîsyonê karbidestên Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) li dijî naveroka dengên hatine belav kirin derdikevin ku wan dengan hem wekî montaj hem jî wek karê alîgirên cemaeta Fethûllah Gulen dinirxînin.

Tomara dengan ji şeva Duşemê ve li medya Tirkîyê û Cîhanê belav bû û roja Sêşemê jî gotarên li parlamena Tirkîyê hatin pêşkeş kirin li ser vê mijarê bûn.
Serokwezîr Erdogan naveroka tomarên deng red kir û wekî montaja bi rêya teknolojîya pêşketî hatiye amade kirin nirxand.

Wî got, “Ev êrîşeke li dijî serokwezîrê Tirkîyê ye ku em ê vê ji wan re nehêlin.”

Serokê Giştî CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu jî li gotara xwe ya parlamenê ku tomarên deng li beşdarên civînê da guhdarî kirin û dîyar kir, wan bi kêmî bi sê çar navendên pispor piştrast kiriye ku ew deng rast in.

Kiliçdaroglu da xuya kirin, êdî dizîya serokwezîr bi eşkereyî derketiye holê û bang li dozgeran kir lêkolînê li ser serokwezîr bikin.

Hevserokê Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) Selahattîn Demirtaş jî li civîna parlamenê li ser vê babetê got, “Ger serokwezîr bixwe bawer be, bila daxwaza lêpirsînê ji dozgerîyê bike.”

Wî bibîr xist, Bi wan dengên ku jê re dibêjin montaj e, heta niha bi hezaran kesan ceza standiye û tenê bi hinceta dengan qasî 15 – 20 salan cezayê girtîgehê ji mirovan ra hatine birîn.

Dozgerîya Enqerê jî roja Sêşemê jibo dengên tê îdiakirin ku Serokwezîr Erdogan û Bîla Erdogan dipeyivin kete tevgerê ku ragihand jibo zelalkirina mijarê lêpirsîn hatiye destpê kirin.
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:01 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG