Lînkên eksesibilîtî

Raport: Îraq û Îran Rêkeftineka Çekan Mor Dikin


Raportek belavkirî dibêje ku Îraqê rêkeftineka krrîna çekan digel Îranê mor kir, ku ev jî zêdegavye li ser dorgirtineka Neteweyên Yêgirtî ku rê nade Tehran çekan bifroşe.

Ajansa peyamên Reuters ragihand ku belgname dîtîne ku dibêjin ew rêkeftin ku bahî $195 milyon dollarane dê bo firotina çekên sivik û navincî be, û bo çend rengên cebirxana, berçavkên parastinê yên rojê û şevê, xweparastin dijî kerseteyên kîmyawî û deszgehên peywendîkirinê.

Ajansa Reuters got ew rêkeftin li dawya meha Yazde hatibû kirin, çend heftîya piştî Serokwezîrê Îraqê Nurî al Malîkî çûye Washington da ji rêveberiya Serok Obama daxwaza pitir çekan bike bo şerê li dijî mîlîtanên al Qaida li wî welatî.

Peyvdarekê serokwezîrê Îraqê rêkeftina çekan nepiştrast kir û nemandele kir, lê got yêk dê têgehe ji ber çi ev rêkeftine hatiye kirin eger berêxwe bidin kêşeyên ewlekariyê li Îraqê.

Çend parlemantarên Îraqê gote ajansa Reuters, ku rêzdar Malîkî ew rêkeftin kir ji ber ku ji gîrokirina hinartina çekên Amerîkî bêzar bûye.

Hikûmeta Îranê înkar kir ku çi rêkeftinên çekan digel Îraqê kir bin.

Li Washington, peyvdareka Wezareta Derve ya Amerîka ew hizr red kir ku Washington pirosa hinartina çekan sist kirye. Wê got Amerîka ji Îraqê daxwaza bersivê li ser wê raportê kirye, û got heke ew raport dirust be, dê cihê alozîyeka rijd be.
XS
SM
MD
LG