Lînkên eksesibilîtî

Li Ukrayna Alozîya Nav Alîgir û Dijberên Rûsya Zêde Dibe


Li Ukrayna, xwenîşandêrên alîgirên Rûsya û aligirên Rojava, îro Çarşemê li bajarê Sîvastopol ketin pevçûnan.

Di pevçûnên sivik de ku li pêş avahîyeke hikûmetê qewimî, jimareke xwenîşandêr jî nav xunê de man.

Sîvastopol paytaxta herêma Kirim ya başûrê Ukrayna ye û piranî ji Rûsan pêk te ku piştgirîya Moskowê dikin. Lê, kêmanîyeke biçûk ya bi navê Tatar jî li herêmê heye ku ew kî dijberî Rûsya ne.

Xem û tirs hene ku Ukrayna di nav Rojava û Rojhilata welêt de perçe be.

Ev çend hefte ne xwepêşandanên dûr û dirêj hebûn ku Serok Viktor Yanukovych ê dostê Rûsya neçar kirûbû ku desthilatê berde.
XS
SM
MD
LG