Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sûrîye Dibêje Hêzên Wê 175 Serhilda Kuştine


Hikûmeta Sûrîye dibêje, hêzên wê, di kemînekê de, 175 serhilda li nêzîkî paytaxt Şam kuştine.

Televîzyona dewleta Sûrî îro Çarşemê ji zarê fermandarekî ragihand ku piranîya serhildayan li rojhilata devera Ghouta hatine kuştin.

Devera Ghouta di bin kontrola gruba tundrê, Cebhet el Nusra bû ku girêdana wê bi El Qayde re heye.

Ajansa SANA ya dewletê got, hin kesên ku ji wê êrîşê hatine kuşti ji welatên wek Erebîstana Saudî, Çeçenistan û Qatar hatine Sûrîyê.

Ew êrîş ji alîyê Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (ÇSMM) ya bingeh li Brîtanya jî hate piştrast kirin. ÇSMM got, bi dehan şervanên Îslamî yan hatine kuştin, yan jî birîndar kirin.

Li gor Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan ku ji sê salan vir ve şerê li Sûrîyê dişopîne, 70 serhilda hatine kuştin, 89 kesên din jî yan birîndar yan jî hinda bûne.
XS
SM
MD
LG